Wezareta Derve ya Rûsya roja Sêşemê ragihand ku li Derya Sipî keştîyeke barhilgir ya Rûsî bi navê 'Ursa Major' di encama teqîna di odeya motorê de binav bûye û 2 xebatkarên wê winda ne.
Wezaretê rave kir teqîna li keştîya Rûsî di avên navbera Îspanya û Cezayîrê de rû daye.
Navenda krîzê ya wezareta derve dîyar kir ku 14 ji 16 xebatkarên keştîyê hatine rizgarkirin û hatine şandine Spanya, lê 2 xebatkarên keştiyê hîn winda ne.
Hêjayê gotinê ye ku wezareta Rûsya sedema teqîna li odeya motorê eşekere nekir.
Keştîya ku di 2009’an de hatiye çêkirin, ji hêla Oboronlogistika ve tê xebitandin, kompanîyek girêdayê wezareta berevanîyê ya Rûsyaye, ku di avakirinên leşkerî de cîh digrê.
Kompanîyê berîya niha gotibû ku keştîyeke barhilgir jibo veguhestina du vînçên mezin, ber bi bendera Vladivostok ya li rojhilatê dûr Rûsyayê, di rê de ye.
Daneyên LSEG yên şopandina keştîyê nîşan didin ku keştî di 11’ê Berfanbarê de ji bendera Saint Petersburg ya Rûsyayê derketiye rê û herî dawî seat 10:04’ê şeva Duşemê de di navbera Cezayîr û Spanyayê de hişyarîyek dişîne.
Jêder: Reuters