Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka: Rêberê El Qayde li Afganistanê Hat Kuştin


Ayman El Zewahirî
Ayman El Zewahirî

Hat ragihandin ku lîderê El Qaîdeyê Eymen El Zewahîrî ji aliyê C.I.A bi rêya dronekê li Afganîstanê hatiye kuştin.

Di vê navberê de rayedarekî payebilind yê Amerîkî diyar kir ku welatê wî dawiya hefteyê li dijî armanceke girîng ya El Qaîdeyê operasyoneke serketî pêk aniye. Her wiha got ku di operasyonê de ziyan negihaye tu sivîlan.

Peyvdarê Talîbanê Zabîhûllah Mucahîd li ser Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku balefireke bêmirov ya Amerîka'yê li paytexta Afganistanê Kabulê êrîşeke hewayî bir ser malekê li herêma Şerpur.

Di vê wêneya 2001'ê de, Osama Bîn Ladîn û Ayman El Zawahrî bi hevre xuya dibin.
Di vê wêneya 2001'ê de, Osama Bîn Ladîn û Ayman El Zawahrî bi hevre xuya dibin.

Peyvdarê Talîbanê piştre jî êrîş bi tundî şermezar kir û wek binpêkirina peymana Duhayê bi nav kir. Lê behsa Eymen El-Zewahir nekir.

Berî niha wezareta navxwe ya Talîbanê ragihandibû ku mûşek bi maleke vala li devera Şerpûr ketîye lê ti hûrgilîyên din nedan.

Şerpur taxeke dewlemend ya paytextê ye ku karbidestên Talîbanê niha gelek serdana wê herêmê dikin.

Delete

Koşka Spî got ku Serok Biden dê di 7:30 danê êvarê de axaftinek ê bike. Dema Amerîkaya Rojhilat li ser operasyona serketî ya dijî terorê.

Amerîka dibêje li gor peymana Talîbanê bi Washingtonê re sala 2020 îmze kirbû ku rê nede terora Navnetewî ku li Afganistanê bibin gef li ser Amerîka û civaka navnetewî, lê Talîbanê dîsan ew peyman binpê kirîye.

Eymen El Zewahirî yê 71 salî, li Qahîre ya paytexta Misirê ji dayik bûye, piştî kuştina Usame Bin Ladin ya sala 2011'an, dest danî ser serokatîya El Qaydeyê.

Hikûmeta Amerîka 25 miliyon dolar terxan kiriye da ku weke xelat ibde her kesê ku pêzanînan di evê bareyê de bide û bibe egerê girtina wî.

XS
SM
MD
LG