Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Xweser Derbarê Êrîşa Tirkîyê ya Ser Eyn Îsa Banga Amerîka û Rûsya Dike


Rêvebirîya Xweser ya li Bakurê Rojhilata Sûrîyê derbrê êrîşên grubên ser bi Tirkîyê ve bo ser bajarokê Eyn Îsa ya li bakurê Reqayê daxuyanîyek weşand.

Rêvebirîya Xweser got ku di dema ku cîhan rûbirûyê koronayê dibe, komên ser bi Tirkîyê êrîşan dibin ser herêmên wê.

“Tevî lihevkirinên curbicur yên Rûsya-Amerîka bi Tirkîyê re, Enqere êrîşên xwe li ser Bakurê Rojhilata Sûrîyê berdewam dike.”

Berdevkê Rêvebirîya Xweser Loqman Ehmê ji Dengê Amarîka re got ku hêzên HSD’ê li gor lihevkirinên Amerîka û Rûsya bi Tirkîyê re xwe ji sînor vekişandine, lê tevî vê yekê Tirkîye êrîşên xwe ser wan didomîne.

“Em banga xwe digihînin Rûsya, Amerîka û Neteweyên Yekbûyî ku binpêkirinên Tirkîyê rawestînin.”

Hêjayî gotinê ye ku HSD bi berdewamî Tirkîyê bi binpêkirina agirbestê ya bi navbeynkarîya Amerîka û Rûsya tawanbar dike.

Li alîyekî din, berdevkê Artêşa Netewî ya Sûrî ya ser bi Tirkîyê ji kanala Orient re ragihand ku wan dest bi oprasyonekê dijî HSD’ê kiriye.

Z0_10_23_2020_Eyn_Îsa
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:49 0:00

XS
SM
MD
LG