Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

MSD: Rûsya ji Êrîşên Tirkiyê Yên Ser Eyn Îsa Berpirse


Êrîşên Ser Eyn Îsa
Êrîşên Ser Eyn Îsa

Sê roj in, Artêşa Tirkiyê û grûpên Sûrî yên çekdar yên ser bi wê ve, dest bi êrîşeke berfireh ya ser bakurê Eyn Îsa kirine li bakurê sûrîyê.

Piştî şer û pevçûnên giran di navbera êrîşkeran û Hêzên Sûriya Demokrat HSDê de li gondên Cehbel û Muşêrfê ku 2 km li bakûrê Eyîn Îsa dikevin dom dikin.

Girûpên ser bi Tirkiê ve , bi piştîvanîya top û balafirên bê pîlot ji alîyê Tirkîyê de sê rojin bê navber êrîşên xwe di domînin.

Li gorî navenda ragihandia HSDê, heta niha hejmareke endamên grûpên çekdar hatine kuştin lê windahîyên HSD heya niha nehtina ragihandin.

Hevseroka MSDê, Emîne Omer, têkildarî êrîşên nû yên artêşa Tirkiyê û komên çekdar di daxuyaniyeke taybet de ji Dengê Amarîka re got "Tirkiyê dixwaze navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê ji hev veqetîne û cuda bike".

Emîne Omer rexneyek tund li helwêsta Rûsyayê girt û diyar kir ku "Rûsya ji êrîşên Tirkiyê li ser Eyn Îsa berpirs e" .

Li gorî Emîne Omer, Rûsîya dixwaze fişarê li HSD bike bi rêya êrîşa Tirkiyê da ku ew herêm radestî rejîma Sûrî bihê kirin.

Bajarokê Eyn Îsa 55 kîlometran dikeve bakurê rojavayê Reqayê, girîngiya wî jî ku dikeve ser Rêya M4 a stratejîk.

Çavdêr bawerdikin ku kontirolkirina Eyîn Îsa ji alîyê Tikiyê ve ne di berjwendîya Rûsîyayê de ye, ji ber dê bandorê ser rêya M5 bike li başûrê Îdilbê.

Li gorî Çavdêrê sîyasî Dilbirîn Xelo ku Rûsîya dixwaze bi kontirola M4 û M5 dê fişara cezayên abûrî li ser rejîma sûrîyê sivik bike.

Li gorî çavkanîyên taybet ji HSD ku Amarîka fişarekê li Tirkîyê dike da ku êrîşa xwe rawestîne. Lê li gorî şopîneran ev êrîşa Tirkîyê ya herî bi hêze ji September a sala derbasbûyî de dema ku di encama wê êrîşê de herdû bajarên SerêKanîyê û Girêspî hatin kontirlokirin ji alîyê Tirkîyê ve, û du peymanên cûda yek Rûsîya û Tirkîye , û yek Amarîka û Tirkîye pêkhat bşn û agirbest hat bû ragihandin.

Derabrê êrîşên vê dawîyê de, heya niha ti daxuyanî ne ji alîyê Rûsîya û ne ji alîyê Amerîka de derneketine.

Rêvebirîya Xweser Rûsîyayê berpirsê êrîşa Tirkîyê dibîne.

Raporta Qamîşlo 20 12 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:33 0:00

XS
SM
MD
LG