Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Demên Dawî de Bajarokê Eyn Îsa Çima Dibe Armanca Êrîşan?


Town of Ain Isa
Town of Ain Isa

Sîyasetvan û çavdêrên sîyasî li Kobanê rewşa Eyn Îsa ji nêzve dişopînin û dîyar dikin ku bajarok jiber giringîya wê a stratejîk çavên hemî hêzan li ser wê ye.

Parêzer Ferhad Baqir dibêje ku ew bûyerên dawî hewildaneke ji alîyê Tirkîyê ve ye ku bikanibe hin xalên nû di dema veguhistine seroktîya Amerîkî bi dest bixe.

Baqir bawer dike ku Tirkîye tim dixwaze ku dever di nava alozîyan de be.

Dr. Bextîyar Huseyîn jî Rûsya tawanbar dike ku êrîşên Tirkîyê û grubên çekdar yên bi ser ve li ser bajarokê Eyn Îsa bi destê wê ye.

Huseyîn bawer dike ku Rûsya bi van êrîşan dixwaze zextê li HSD'ê bike û bercewendîyên xwe û yên rejîma Sûrîyê pêk bîne.

Di nava du hefteyên borî de komên çekdar yên bi piştevanîya Tirkîyê bajarokê Eyn Îsa topbaran dikin, û du caran hewil dan ku derbazî bajarokê bikin.

Hêjayî balkişandinê ye ku di encama êrîşan de hin sivîl jîyanên xwe ji dest dan û hin jî birîndar bûn û jimareke rûneştivan ji malên xwe koçber bûn.

MB_15_12_2020_Eyn_Îsa
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:16 0:00

XS
SM
MD
LG