Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşa Mûşekan Bo Ser Bingeha Ain al-Asad


Bingeha leşkerî Ain al-Asad

Çarşemê Hevpeymaniya Navnetewî ya bi serokatiya Amerîka li Îraqê ragihand ku êrîşa mûşekan li dij bingeha leşkerî li Îraqê pêkahtiye ku yekîneyên hêzên hevpeymana li wî bingehî dimînin.

Peyvdarê hevpeymaniyê kolonêl Wayne Marotto da zanîn ku 10 mûşek avêtine bingeha leşkerî ya Ain al-Asad, hêzên Îraqî debarê êrîşê lêkolînan enam didin, wke peyvdarê hevpeymanan Wayne Marotto dibêje

Heta niha qurbaniyên wê êrîşê nehatine zanîn, ev êrîş 2 hefteyan piştî êrîşa li bakurê Îraqê li ser bingehekê pêkhatbû ku karmendekê Girêbest yê sivîl hat kuştin û karmendekê leşkerê Amerîkî jî birîndar bû.

Êrîşa mûşekan ya ku 16ê Şibatê pêkhat, bo sedem ku êrîşên esmanî yên Amerîka li dij hin aramncan li nav axa Sûriyê pêk bên, ku Pentagonê gotbû ew bingehên hatine bombekirin, ji aliyê milîtanên alîgirên Îranê ve dihatin karanîn.

Di van salan de Amerîka grûbên çekdar yên Îraqî ku alîgirên Îranê ne, bi êrîşên mûşekan tawanabr dike.

Berpirsên Amerîkî dibêjin, êrîşên esmanî yên Amerîka li dij grûbên çekdar hatine darêtin da ku rê li hember êrîşan bigire di pêşerojê de.

Îranê sala borî bingerha Al Asad aramnc girtbû piştî ku fermandarê Îranî yê di asta bilind de Qasim Sulêmanî di êrîşeke esmanî ya Amerîka de li bajarê Bexda li nêzîk firnîgeha navnetewî hatbû kuştin.

Wezareta Berevaniya Amerîka ragihand ku mûşekên li ser bingeha Ain al-Asad pêkhatine ji ala rojhilat ya bingehê hatine avêtin "Em niha nikarin ti aliyekî berpirs ragihînin, û wêneyê giştî yê êrîşê liber dest nîne kanê çi zyan hene." Ev yek ji aliyê sekirterê rojnamegerî yê dayîreya berevaniyê bi rêya twîtekê hatiye weşandin.

Li aliyek din Denîmark dibêje, di êrîşa serê sibeya Çarşmê de 2 leşkerên wan ji êrîşa mûşekan rizgarbûne.

Wezîrê derve yê Denîmark Jeppe Kofod di hesaba xwe ya twîterê de weşandîye û dibêje ku "Êrîşa şerane ya ser bingeha Ain al- Asad qet nayê qebûl kirin."

XS
SM
MD
LG