Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Salekê ji Dagîrkerîya Tirkîyê, Rewşa Êzîdîyên Efrînê Çi Ye?


Di encama êrîşa artêşa Tirk û komên tundrê li ser Efrînê û wek bi sed hezaran gelê herêmê, piranîya Êzîdîyên Çîyayê Kurmênc ji cîh û warên xwe koçber bûn.

Hevseroka Yekîtîya Êzîdîyên Efrînê Sûad Hiso dibêje ku ji 50 hezar Êzîdîyên Efrînê îro kêmtir ji 3 hezar Êzîdî li hindurê Efrînê mane.

“Êzîdî li cîhên cuda hatin belav kirin. Hin li Şehba man, yan berê xwe dan Helebê. Beşeke jî berê xwe da Ewrupa û niha derdora 400 malbat li Îraqê dijîn. Yekîtîya Êzîdîyên Efrînê li Şehba û Helebê xwe jinûve rêxistin kir. Niha 1766 malbatên Êzîdî li Şehba bûne penaber, herwiha derdora 500 malbat jî li Heleb in.”

Hiso da zanîn ku komên tundrê yên girêdayî Tirkîyê, ola îslamê li Êzîdîyên li hindurê Efrînê ferz dikin û cîh û mezargehên Êzîdî yên pîroz dirûxînin.

Wê bi bîr xist ku Êzîdîyan di çend salên borî de di bin sîya Rêvebirîya Xweser de bi azadî dijîyan.

“Me gîş merasîmên xwe yên olî bi serbestî pêk tanîn, lê mixabin îro em ji hemû pîrozîyên xwe dûr ketine, lê dîsa em hewil didin ku bi rêya zarokên xwe ola Êzîdî biparêzin”.

Hiso têkçûna DAIŞê li Baxozê pîroz kir û şabûna xwe ya ser rizgarkirina jimareke Êzîdîyan li wir dîyar kir.

“Em wek Êzîdîyên Efrînê hêvî dikin ku bikanibin di demeke kin de vegerin cîh û warên xwe yên pîroz.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:34 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG