Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zagros Hîwa: Şer li Herêma Kurdistanê bi Dirêjîya 300 Km de Şer Didome


Şerên navbera artêşa Tirkîyê û gerîlayên PKK'ê di nav axa Herêma Kurdistanê berdewam in û zararên mezin giheştine gelê herêmê.

Zagros Hîwa, berdevkê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di hevpeyvîneke taybet de li dor pêşveçûnên dawîyê yên şer û bombebaranên ser deverê û zararên canî û malî agahîyên girîng dan Dengê Amerîka.

Hîwa da zanîn ku niha li herêma Heftanînê ku sêgoşeya sînorî ya di navbera Tirkîyê, Îraq û Sûrîyê û herêma Xakurk ku sêgoşeya Tirkîyê, Îraq û Îrane bi dirêjîya 300 km şer di navbera hêzên wan û artêşa Tirk de berdewam e.

"Artêşa Tirkîyê bi hemu awayên çek, teqemenî û teknolojîya modêrn êrîşên ser xweza û gelê Kurd û gerîlayan dike. Di çarçoveya plana giştî ya Erdogan û Tirkîyê da ye ku dixwazin desthilata Osmanîya nû li herêmê ava bikin.”

Hîwa bi berdewamî got ku li wan deverên ku sivîl dibin armanca Tirkîyê, gerîlayên wan tunene.

“Gerîla di nava herêmên xwe dimînin, lê armanca Tirkîyê jibo ser xelkê sivîl ew e ku givaştinê ser desthilata Başûrê Kurdistanê çêbike û tirsê nîşanî gelê Kurd bide. Tirkîye herwiha dixwaze alozîyê bixe navbera PKK'ê û hêzên din yên Başûrê Kurdistanê. Tirkîye dixwaze demografîya deverê biguherîne û Îslameke sunî di herêmê de çêbike. Ew êrîşên han beşeke ji planeke berfir ya dagîrkirina eyaleta Heleb li Sûrîyê û eyaleta Mûsil li îraqê ye. Gerîla li ser navê gelê Kurd, Ereb û Krîstîyan û ser gelên herêmê dijî dagîrkarîya Tirkan li ber xwe dide.”

Zagros îdia kir ku di êrîşên dawîyê de zararên gerîla kêm bûn jiber ku gerîlayan xwe nû kirine û bi awayekî modern û serdem xwe rêk xistine.

“Ger dewleta Tirk hatibe û hin dever girtibin gerîla jî li wan deveran heye û li leşkerên Tirk dixe. Li gor amarên HPG'ê heya niha nêzî 100 leşkerên Tirk hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne.”

Wek bersîva qada xebata PKK'ê ne Herêma Kurdistanê ye, lê Bakur e (Tirkîye wekî ku hin berpirsên bilind yên Herêma Kurdistanê dibêjin, Hîwa got ku ew hêzeke Kurdistanî ne.

”Em gelê Kurd diparêzin. Baştir e ku ew hêz û berpirs ji Tirkîyê re bêjin “pirsgirîkên Kurdan di nava Tirkîyê de bi awayekî aştîyane çareser bike û êrîşê ser axa başurê Kurdistanê neke. Pêwîst e daxuyanîyên han bêtir rewabûnê nedin êrîşên Tirkîyê yên ser axa Herêma Kurdistanê.”

EZ_06_28_2020_Zagros_Hîwa
please wait

No media source currently available

0:00 0:10:38 0:00


XS
SM
MD
LG