Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîdya Mehmûd: Divê Mafê Êzîdiyan û Kêmolên Din di Destûra Sûriyê de Bê Parastin


Di 14 Mijdarê de nûnerên 11 rêxistin û saziyên Êzîdî û yên mafên mirovan li Ceneva bi karbidestên Netewên Yegirtî re kom bûn û 2 name radestên wan kirin ji bo rewşa herêmên Kurdî li Sûriyê û gefa li ser Êzîdiyan û kêmolên din ji aliyê çekdarên nijadperestên Îslamî.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi Mîdya Mehmûd re kir, ku yek ji kesên li kombûnê amade bibû ji aliyê Saziya Ezdîna.

Di serî de endama desteya rêvebir ya saziya Ezdîna got : "di kombûnê me 2 name radestê karbidestan kirin, yek ji wan bo parastina mafên Êzîdî û kêmolan di destûra sûriyê de, û ya din jî şîrovekirina rewşa destdirêjî û binpêkirina mafên sivîlan li herêîmên kurdî li Sûriyê "

Herwiha jî wê anî ziman, ku karê saziyan sivîl yên kurdî pirr girîng e di vê dema hestyar de, ji ber ku yên navnetewî ji herêmên kurdî derketine û pêwîstî bi belgekirin û şopandina rewşa şer û sivîlan heye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:08:56 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG