Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Ahmed Şengalî Behsa Rewşa Şengalê Dike


Kurdên Êzîdî ku warên xwe hêlane bi rê ketine
Kurdên Êzîdî ku warên xwe hêlane bi rê ketine

Piştî êrîşên hovane yên DAÎŞ li dijî Kurdên Êzîdî li Şengalê gelek kes hatibûn kuştin, gelekên din jî hatibûn revandin.

Jiber tirsa DAÎŞ bi deh hezaran Êzîdî jî neçar mabûn ku cî û warên xwe bihêlin û xwe bispêrin Çîyayê Şengalê.

Dû re hêzên YPG xwe gîhandibûn herêmê û karîbûn pirtir jî sed hezar Êzîdî bianîna Rojava.

Piranîya wan penaberên Êzîdî ji ser Rojava çûbûn bajarên wek Duhok û Zaxo li Herêma Kurdistanê, tevî ku 20 jezar ji wan li Rojava mabûn.

Di hevpeyîneke taybet ya Dengê Amerîka de rojnamevan Ahmed Şengalî li ser rewşa ser erdê ya li Şengalê agahîyên balkêş dide.

Birêz Şengalî piştî êrîşên DAÎŞ dîsa çûbû Herêma Şengalê ku rewşa heyî bişopîne û kiryarên DAÎŞê bibîne.

“Li her derê ku ez çûme gelek otomobîlên bê xwedî hebûn, xanîyên wêrankirî û termên mirovan hebûn. Şengala ku berê tîjî mirov bû, niha vala maye.”

Ahmed_Şengalî_Nû_9_8_2014_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:20:50 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG