Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mesrur Barzanî: Me Korîdorek ji Çîyayê Şengalê re Vekir


Hêzên Kurdî li Îraqê dibêjin, wan devereke berfireh ji destê Dewleta Îslamî derxistine û çembera ser Çîyayê Şengalê, ku gelek Kurdên Êzîdî lê ase mabûn, şikandine.

Berpirsê Civata Ewlekarî ya Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî îro Pêncşemê bi daxuyanîyekî got, pêşmergeyan piştî êrîşên du rojan, korîdorek ji Çîyayê Şengalê re vekirin.

Daxuyanîya Herêma Kurdistanê dîyar kir ku di operasyona serketî de 8 gund hatine rizgar kirin.

Hêjayî gotinê ye, bi hezaran Êzîdî ji meha Îlonê vir ve li Çîyayê Şengalê ase mane û rû bi rûyê qirkirina ji destê mîlîtanên Îslamî ne.

Êrîşên esmanî û alîkarîya mirovahî yên Amerîkî bibû alîkar ku bi hezaran Êzîdî rizgar bin lê jimareke mezin hîn jî li wê derê mane.

Guhdariya raporta rastewxo ya peyamnêr Emîr Goran bikin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:09 0:00

XS
SM
MD
LG