Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xort û Keçên Êzîdî di Şahîyeke Girseyî de


Tebaxa 2014an çekdarên rêxistina dewleta Îslamî (Daiş)ê, bajarê Şengalê û herêmên dewruber dagîrkirin, bi hezaran kes ji civaka Êzîdî bûne qurbanên zordariya terora çekdarên Daişê, ji qurbaniyan gelek keç û jinên Êzîdî hebûn.

Bi alîkariya hind kes û r;xistinan gelek ji wan hatin rizgar kirin û şiyan jidestên Daişê birevin, hind ji wan gihane welatê Almaniya, xortên Êzîdî li Almanya li wan keçan xwedî derketin, 6 xûrtên Êzîdî biryar girtin kê 6 keçan jiwan mare bikin, li 03.04.2016an li bajarê Heldesheim yê Almanî şahiyek girseyî pêk anîn.

Di şahiya girseyî de ku, şeş keç û şeş xûrtên Êzîdî hebûn, ji beşdarên vê şahiyê Bûk û zava Hena Alê Hecî û Majid Şêx Baro hebûn, Henayê li gel xortê Êzîdî Majid Şêx Baro jiyana hevjîniyê pêkanîn û govenda xwe kirin.

Majid û Hena
Majid û Hena

Dengê Amerîka hevpeyvîn li gel Majid Şêx Baro û hevjîna wî Hena Alî Hecî encam da.

Hena Xanimê di gotinên xwe de behsa zulim û zurdariya çekadrên Daişê dike, kanê çawan çekdarên daişê kes û karên wan kûştin û ew birin bajarê Mûsil û ji wir birin Sûriyê, Hena bang li raya giştê dike ku hevalên wê yên keç yên ku, niha di kampan de ne, xwedî derkevin û destê alîkariya ji wan re dirêj bikin.

Temamiya hevpeyvînê di fayla deng de ye.

Şahiya Girseyî ya keç û Xortên Êzidi
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:54 0:00

XS
SM
MD
LG