Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Sê Salan Birîna Civakak Êzidî Kûrtir Û Dijwartir Dibe


Roja 3î Tebaxa sala 2014an, bo civaka Êzdî, roja ferman û qirkirina 74an bû. Li wê rojê çekdarên Dewleta Îslamê "DAIŞ"ê êrîşî Şengalê û herêmên dewrûber kir, di encama hovîtîya çekdarên Îslamê yên radîkal de, nêzîkî 7,000 kes ji civaka êzidî bûn qûrbanên şîdetkarîya wan çekdaran.

Mêrên Êzidî û jin û kal di cî de hatin gullebaran kirin, dîlgirtina û revandina bi hezaran xûrt û qîzên ciwan û nûgihayî. Koçber kirina dehan hezar kesên sivîl û wêrankirina war û malên wan, heta îro bi sed hezaran kes li kampên penaberiyê jiyaneke dijwar derbas dikin.

Zêdetirî 40 gorên komî hatine dîtin û heta îro bi şêweke maqûl ew gor nehatine parastin

Wêrankirina gelek ciyên dîrokî û bingehên olparêziya Êzidiyan, nehiştina bingeh û çavkaniyên hebûna civaka Êzidî.

Ev tawanên ku mirovatî qebûl nake, çekdarên DAIŞ'ê li Şengalê di nava civaka Êzidî de encam dan, weke yek ji tawanên mezin yên sedsalê tên naskirin,

Li gûr pîvanên Kongiresa Amerîkî, Wezareta Derve, Komisyona Mafê Mirovan ya Netewên Yekgirtî û saziyên nêvnetewî yên mafên mirovan li Cîhanê, ev tawan Cenosîde li dij civaka Êzidî pêkhatî.

DAIŞ bi ajendayek ron û mebestek zelal êrîşî civaka Êzidî kir li Şengalê û herêmên wê, jiber ku ola Êzidyan cûda bû, ew bûn armanca çekdarên radîkal û tûndrê yên DAIŞ'ê.

Li gûndê Koço li roja 3 meha 8Tebaxê 2014, DAIŞ bi sedan jin û kalemêr kuştin û di gorên komî de jêr ax kirin, keç û xûrt ji hev cûda kirin. Keç Sebî kirinn û xistin bazarên koletîyê, law û xûrt xistin medreseyên Cîhadî daku jibo êrîşên xwekûjî bên amade kirin.

Digel operasyonên derxistina çekdarên DAIŞ'ê ji Îraq û Sûryê kit kite keç û zarokên Êzdiyan ji destên DAIŞ'ê tên rizgarkirin, lê birîna civaka Êzidî kûrtir û dijwartir dibe, dema bajarên weke Mûsil li Îraqê û Reqa li Sûriyê ku, du bajarên herî sereke û bingehên hebûna çekdarên DAIŞ'ê tên naskirin, hêdî hêdî rizgar dibin, lê hêjî bi hezaran jin, keç û zarokên Êzidî di windane, xema herî giran ya civaka Êzîdî, keçên wan in, yên ku weke koleyên seksî di nava çekdarên DAIŞ'ê de, tên bikar anîn.

Çalakvanên Êzdî dibêjin, hêjî zêdetir ji 3,000 jin, keç û zarokên Şengalê di destên vê komela radîkal û terorîst de mane.

Di salvegera siyan ya qirkirina Şengalê de, dayîk û bab, xûşk û bira, kesûkarên Êzidî li benda ezîz û nazdarên xwe bûn ku, ew rojekê vegerin, lê bistik, roj, meh û sal derbas dibin kesên bi destên çekdarên DAIŞ'ê hatîne revandin, hêjî xweya nebûne û di windane.

Fermana 74'an û Bîranîna Qirkirina Şengalê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:54 0:00

XS
SM
MD
LG