Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Murad Berces: Li Şengalê Hîn Pir Gorên Komelî Hene


Piştî rizgarkirina Şengalê ji destê Dewleta Îslamî (DAIŞ) goreke bi komel hat dîtin.

Kes û karên xelkê gundê Koço dibêjin, wan zanyarî hebun kû milîtanên DAIŞ bi dehan jinên navsal û pîr li nêzîk Sûlaxê û dûrêyana Tel Ezêr bi komel kuştine.

Murad Berces, endamê berê yê perlemanê Îraqê got, 3 xuşkên wî û bi dehan kes û karên wî di wê gorê de ne.

Wî da zanîn ku gorên bi komel li dora Koco jî hene, lê hêşta ew dever nehatiye rizgar kirin.

Berces bi berdewamî got, karbidestên xwecîhî rê nadin ku ew gor bên vekirin, heta tîmên taybet nebin çimkî ew belge û nîşana jenosîda dijî Êzîdîyan e.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:30 0:00

XS
SM
MD
LG