Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Penaberên Êzîdî li Rojava Çawa ye?


Bi hezaran Kurdên Êzîdî ku ji destê DAÎŞ cîh û warên xwe hêlabûn, xwe spartibûn çol û çîyê.

Hinek ji wan kesan bi rêya ku YPG jibo wan vekiribû, derbazî Rojava dibin û ji wê derê jî alîyê rêvebirîya xwecîhî ve têne pêşwazî kirin.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Abdullah Îsa Huso, Cîgirê Serokê Karên Civakî dibêje niha 30 hezar Kurdên Êzîdî li Rojava hene û 15 hezar ji wan li Kampa Newroz dimînin.

"Em, van birayên xwe yên Êzîdî wek penaber qebûl nakin. Ew li mala xwe ne. Bi qasî ku ji destê me tê em hewil didin ku alîkarîya wan bikin."

Huso dîyar dike hinek ji kesên digihejin Rojava dixwazin li wê derê bimînin, hinekln din jî dixwazin herin Herêma Kurdistanê.

"Kî ku dixwaze derbazî Başûr be, em wan bi otomobîlan dibin serê sînorê ku derbazî hêla din bin."

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:07:08 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG