Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama: Rewşa Penaberên Êzîdî Baştir Bûye


Serokê Amerîka Barack Obama îro Pêncşemê li ser rewşa Êzîdîyên ku li Çîyayê Şengalê ase man, axaftinek kir û rewşa heyî nirxand.

Serok Obama di axaftina xwe de, li bajarê Martha’s Vineyard ya Massachusetts got, rewşa penaberên asemayî bi xêra êrîşên esmanî û alîkarîya mirovahî yên Amerîkî baştir bûye.

Serok dîyar kir ku piştî nirxandin û raportên şewirmendên leşkerî, eşkere bûye ku hejmareke mezin ya penaberan li serê çîyê nemaye.

“Piştî nirxandinên tîmên li ser Çîyayê Şengalê em giheştin wê nêrînê ku oprasyoneke rizgarkirinê ne pêdivîye.”

Serok pênasînê kir ku rewşa Êzîdîyên ku cî û warên xwe terkandine, rewşeke dijwar e û hewceyî alîkarîya navnetewî ye.

Serok Obama bal kişand ser rewşa êrîşên DAÎŞ û got ku Amerîka wê hewlên xwe di şerê dijî xirabkarên Sunnî de bidomîne.

XS
SM
MD
LG