Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jenosîda Êzidîyan di Sala 9’an de Hîn jî Birîneke Vekirî Ye


Roja 3’ê Tebaxê salvegera 9’an ya Jenosîda Êzidîyan e ku li Şengal û seranserê cîhanê tê bibîrxistin.

Di 3'ê Tebaxa 2014'an de mîlîtanên rêxistina terorîst ya DAIŞ'ê êrîşek birin ser Şengalê. Di encamê de bêtirî 5,000 kes, bi piranî kur û mêr, hatin kuştin û bi hezaran jin û keç jî wekî koleyên seksî hatin dîlkirin.

Herêma Şengalê zêdeyî salekê di bin kontrola DAIŞê de ma.

Çar salan piştî ku rêxistina terorîst bi awayekî leşkerî hate şikandin, hîn jî bi hezaran jin û zarokên Êzîdî widnayî mane.

Ji bilî kuştin û revandinê, DAIŞ’ê herwiha civaka neçar kir ku ola xwe biguherînin û hevdem bi sed hezaran Êzidî neçar man ku ji mal û warên xwe koç bikin da ku ji destên DAIŞ’ê rizgar bin. Heta niha jî piraniya ew nikarin vegerin cih û warên xwe.

Li aliyê din, heta niha zêdetirî 10 welatan komkujîya dijî Êzidîyan bi awayêkî fermî wek ‘jenosîd’ nas kiriye, ku herî dawî do Çarşemê ( 2’ê Tebaxa 2023’an) Brîtanya jî tevlî wan welatan bû.

Tevî ku 9 sal di ser Jenosîda Ezidîyan re derbaz bûne û DAIŞ heta radeyeke mezin hatiye tune kirin, xelkê Şengalê û rêxistinên Êzidîyan dibêjin xeterîya komkûjîya ser civaka Êzidî hîn jî bi rengekî cidî berdewam dike. Ew herwiha dibêjin ku pirsgirêkên wan nehatine çareser kirin ku rewşa wan ji her demê xirabtir û girantir e.

Di salvegera 9’an ya jenosîda dijî jenosîda Êzidîyan de rewşa vê civakê û herêma ku ew lê dijin, û heya îro jî birîneke vekrîye ku êşa wê derman nebûye; hê jî bo ditîna hestîyên qurbanîyan lêgerîn tê kirin, zarok û jinên DAIŞ ku hatine dîl girtin, têne şopandin û ya herî girîng jî nezelalîya siberoja Êzidîyan êş û xeterîya komkujîyên nû zêde dike.

Eyyup Burc, civaknas û nûnerê Weqfa Êzidîyan ya Tirkîyê ye û rojnamevan Xeyrî Kiziler, bi vê helkeftê rewşa Êzidîyan ya niha şîrove dikin. Di vê bernameya Dengê Amerîka ‘Mijara Rojê’ de bertek û encamên wê jenosîdê dîyar kirin.

Hûn dikarin tevahîya bernama ‘Mijarê Rojê’ li ser lînka jêrîn guhdar bikin:

Jenosîda Êzidîyan.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:49:58 0:00

XS
SM
MD
LG