Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fîlîpîn bi 4,932 Bûyerên Tûşbûna Korona Welatê Yekê ya


Wezareta Saxlemî ya Fîlîpînê îro Duşemê ragihand ku 284 bûyerên nû yên tûşbûna vîrusa korona hatine tomar kirin û hejmara giştî ya bûyerên tûşbînê jî giheşt 4,932.

Wezareta Saxlemî herwiha da zanîn ku 18 kesên din jiber korona jîyanên xwe hinda kirin û hejmara giştî ya mirinên jiber korona bû 315.

Cîgira Wezîrê Saxlemî ya Fîlîpînê Maria Rosario Vergeire got ku wan 75 nexweşxane wek navendên qebûlkirina nexweşên korona destnîşan kirine.

Wê dîyar kir ku 45 kesên din ji nexweşîya Covid-19 filitîn û heta niha 242 kes ji wê nexweşîyê rizgar bûn.

Bi agahîyên nû, Fîlîpîn di hejmarên pêketina korona de li herêma Asya Başûrê Rojhilat bû welatê yekê ku berê ew welat Malezya bû.

XS
SM
MD
LG