Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fîlîstînîyên li Kenara Rojava Dixebitin Dê Îsraîlê Wan Vaksîn Bike


Dîmeneke ji xebatên vaksînlêdana li Îsraîlê
Dîmeneke ji xebatên vaksînlêdana li Îsraîlê

Nivîsgeha têkiliyê ya Îsraîlê COGAT Yekşemê dîyar kir ku ewê Fîlîstînîyên ku li Îsraîlê yan li Kenara Rojava dixebitin, ewê dijî pandemîya COVID – 19 werin vaksîn kirin.

COGAT got ku, bernameya vakslêdanê, ku bo nêzî 130,000 Fîlîstînîyan hatiye amade kirin, ewê di nav çend rojan de dest pê bike û herwiha vaksîna Moderna Inc dê were bikar anîn.

Shehîr Saad, sekreterê giştî yê Sendîkaya Karkerên Fîlîstînî, jî dazanîn ku bi hezaran Fîlîstînîyên ku di sektora xizmet û pîşesazîyên Îsraîlê de dixebitin berê ji hêla kardêrên xwe yên li hindurê Îsraîlê bi taybetî hatine vaksîn kirin.

Wî got ku di bin bernameya nû ya Îsraîlê de, tîmên bijîşkî yên Fîlîstînî dê li xalên kontrolê bicîh bibin da ku vaksînlêdanê rêve bibin.

Îsraîlê heya niha, tevî Filistîniyên li Qudsa Rojhilat, zêdetirî nîvê 9,3 mîlyon nifûsa xwe, herî kêm bi dozeke vaksîna COVID-19 ya Pfizer vaksîna kirine.

Lê, Îsraîl di asta navneteweyî de tê rexne kirin jiber ku bo pêyvajoya vaksînlêdanê Fîlîstînîyên li Kenara Rojava û Gaze pir hewl nedaye.

Îsraîlê di şerê 1967'an de Orşelîm û gelek heremên din yên Fîlîstînê bi dest xist. Dewleta Îsraîlê ji Gazayê ku niha di bin kontrola Hamasê de ye, di 2005'an de derket lê, Îsraîl bi piştgiriya Misrê li ser sînorên herêmê dorpêçekê didomîne.

Fîlîstînîyan jibo 5.2 mîlyon welatîyên ku li Kenara Rojava û Gazeyê dijîn, heya îro dora 32.000 dozên vaksînê wergirtine.

Karbidestên Îsraîlê dibêjin li gor peymana aştîyê ya Osloyê, wezareta saxlemîya Fîlîstînî ji vaksînkirina mirovên li Kenara Rojava û Gazeyê berpirsîyar e jiber ku ew xwedîyê desthilatdarîya rêvebirîya xweser e.

Daxuyanîya îro Yekşemê ji hêla Dan Waites, berdevkê Komîteya Xaça Sor ya Navneteweyî yê li Îsraîl û Heremên Fîlîstînê bi rengekî berfireh hate pêşwazî kirin.

"Nifûsa Fîlîstînî ya ku maye, di serî de, ji nexweşîya COVID-19 bêparastin e , û emê kêfxweş bibin ku înîsiyatîfên bi vî rengî bêtir bibînin. Em jibo tevahîya Îsraîlî û Fîlîstînîyan gehîştineke tam û wekhev ya vaksînan daxwaz dikin," Waites got.



XS
SM
MD
LG