Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî 15 Salan Hilbijartin li Fîlistinê Çê Dibin Û 36 Lîst Beşdar Dibin


Arşîv
Arşîv

Ramallah- Berpirsên hilbijartinên Fîlistînê roja Yekşemê ragihandin ku 36 lîst dê di pêşbaziyê bikin di hilbijartinên parlemenê de, piştî 15 salan ev hilbijartin meha li pêşiya me dê çê bibin.

Hilbijartinên parlemenê dikevin pêşiya hilbijartinên Serokatiyê ku dê 31ê meha Tîrmehê-Temoza li pêşiya me çê bibin.

Ev hilbijartin di çarçova pêşbirkê de pêk tên ku di anvbera tevgerên Fîlistinî ya bi serokatiya Fatih ku tevgerek sekolar e û tevgera Hamasê ya Îslamî de pêk bihê jibo bidestxistina piştevaniya navnetewî.

Demê pêşkeşkirina lîsteyên berbijaran heta roja Çarşemê hebû da ku lîstên xwe pêşkeş bikin bo hilbijartinên Parlemenê li roja 22ê Gulanê.

Tê çaverê kirin ku navên hemî lêstên hatine pêşkeş kirin weke berbijarên hilbijartinê heta Sêşemê bihên ragihandin, lê Komsyona Fîlistinî ya Hilbijartinan li ser malpera xwe ya fermî roja Yekşemê ragihand ku wan 36 lîste ku dê beşdarî dengdanê bibin erê kirine.

Tevgera Fatih ya ku Mahmûd Abbas serokatiya wê dike ku rêvebiriya Kenara Rojava dike û li jêr kontrola Îsraîlê daye dê bo hilbaijrtina bikeve di pêşbirkê de, herwiha Tevgera Hamasê ku rêvebiriya Kerta Gazza dike ya ku ji aliyê Îsraîlê ve tê dorpêç kirin ji sala 2007ê heta niha.

Fatih di nava astengiyan daye, bi taybet piştî cûdabûna lîsta Al Huriye -Azadî ya ku Nasir al-Qudowe serokatiya wê dike, al-Qudowe birazayê serokê berê yê Fîlistînê Yasir Arafat e.

Lîsta Al Huriye ji aliyê Marwan Barghouti ve hatiye erê kirin, yê ku weke serokê gelêrî tê naskirin û alîgirên wî, Barghoti weke Mandela yê Fîlistînê binav dikin.

Marwan Barghouti, li Îsraîlê bi çendîn sizayên heta mirinê hatiye zîndan kirin û bi êrîşên kuştinê tê tawanbar kirin di dema serhildana Fîlistiyan ya duyê di salên 2000-2005ê de.

Herwiha berpirsê ewlekariya Mahmûd Abbas yê berê li Kerta Gazza Mohammed Dahlan piştevaniya lîsta Hevrikan dike ku niha li derveyî axa Fîlistênê li Abu Zabî dimîne.

Salam Fayyad, Serokwezîrê berê yê Fîlistînê û berpirsekî berê yê Banka Navnetewî bû, ku xebatek dirêj ya li dij gendeliyê heye, piştevaniya aliyek din dike.

Fatih û Hamas lihev kirine ku li Kerta Gaza û Kenara Rojava dengdanê encam bidin, lê li Qodsa Rojhilat ku Îsraîlê xistiye di nava hilbijartinan de şiynên Fîlistiyan bo encamdana hilbijartinan li wê derê zela nînin.

Îsraîl hemî çalakiyên siyasî yên Fîlistiyan li Qodsa Rojhilat qedexe dike, lê lîderên Fîlistînî rijid in ku li rojhilatê welat jî, hilbijartinan encam bidin ku Fîlistinî Qodsa Rojhilat weke paytexta dewleta xwe ya pêşerojê dibînin.

XS
SM
MD
LG