Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Fînlandî Bo Anîna Zarokên DAÎŞ'ê Sûcdar Nayê Ditîn


Wezîrê karên derve Pekka Haavisto
Wezîrê karên derve Pekka Haavisto

Parlamentoya Fînlandîya biryar da ku wezîrê karên derve Pekka Haavisto jiber hewildana anîna zarokên dayikên Fînlandî yên ku tevlî DAÎŞ'ê bibûn, nehat tawanbar kirin.

Komîta qanûna bingehîn ya parlamentoyê ragihand ku Haavisto, qanûn binpê kirîye û hewl daye ku karbidestê ku red kirîyê li gor daxwaza wî tevbigere, ji kar dûr xistîye. Lê, Komîteyê dîyar kir ku binpekirina vê qanûnê jibo vekirina dozeke qîm nake.

Wezîr Haavisto dibêje, wî sala borî zor da ku zarokên ku li kampa el-Hol ya bakurê rojhilata Sûrîyê bi dayîkên xwe yên Fînlandî re diman di demek zû de bîne jiber ku zivistan nêzîk bû û şertên li kampê gelek xirab bûn.

Haavisto piştî biryarê dîyar kir ku ew dixwaze hestên xwe yên rihetiyê bîne ziman. Haavisto got "Her dem eşkere bû ku alîkariya zarokên di tengasiyê de jî berpirsiyariya meya qanûnî ye."

Parlamentoya Fînlanda, ku bi îhtîmaleke mezin ewê pêşnîyara Komîteya qanûna bingehîn bişopîne, dê li ser îdaya tawanbarîya Haavisto dengdanê pêk bîne. Lê, dema dengdanê nehatîye dîyar kirin.

Mîna welatên din yên Ewrupa, Fînlanda jî rewşa hemwelatiyên xwe yên ku tevlî DAÎŞ'ê bûne û bi zarokên wan yên ku li Sûrîyê çêbûn bînin welat jib çarseriya wê rewşê bi xwe rûbirû yê pirsgirêka bûne. Fînlanda heya niha 15 zorakên jinên Fînlandî anîne welat.


XS
SM
MD
LG