Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Fînlandî Daxwaza Tevlêbûna NATO’yê Pejirand


Marin û Niinistö
Marin û Niinistö

Parlamana Fînlandî îro Sêşemê di dengdanekê de bi awayekî xurt daxwaza hikûmetê ya tevlêbûna NATO’yê pejirand.

Di dengdanê de ji 200 endamên parlamanê, ku wek Eduskunta tê zanîn, 188 kes dengê erê da û 8 parlamenter jî dijî wê daxwazê derketin.

Dengdana îro wek gaveke sembolîk dihat dîtin jiber ku hem Serokê Fînlandî Sauli Niinisto û hem jî Serokwezîr Sanna Marin roja Yekşemê ragihandibû ku ewê beşdarî hevbendîya leşkerî ya 30 endamî bikin.

Tevî ku jibo serlêdana endamtîya NATO’yê erêkirina parlamanê ne hewce bû, Niniisto û Marin bal kişandibû ku girîng e parleman di wê biryara girîng û dîrokî de rola xwe bilîze.

Li ber e Fînlandîya niha bi fermî daxwaznameya tevlêbûna NATO’yê îmza bike û raberî navenda giştî ya wê hevbendîyê bike.

XS
SM
MD
LG