Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM Balafira Şer F-35C Beşdarî Dorpêça li Dijî Îranê Dike

Arşîv: Balafira F-35C Lightning II, ya Amerîkî.
Arşîv: Balafira F-35C Lightning II, ya Amerîkî.

Fermandarîya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) roja Yekşemê bi dîmenên vîdyoyî di hesaba xwe ya Xê de balafiraa sîber ya F-35C nîşand dide ku di çalakîyên dorpêça li dijî Îranê de beşdar e.

Vîdyo ku ji alîyê CENTCOM ve li ser platforma xwe ya Xê weşand, nîşan dide ku balafireke şer a sîber ji curê F-35C a ser bi Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ve ye, ku ji ser banê Firokhilgira USS Abraham Lincoln (CVN 72) radibe, dema ku li Deryaya Erebî di nava çalakîyan de ye.

CENTCOM li ser mîsyona balafira şer a veşartî şîrove kir û diyar kir ku ew beşek ji "piştgiriya dorpêça Amerîkayê ya li ser Îranê" ye.

CENTCOM eşkere kir ku roja Yekşemê, 2ê Tebaxê, wan arasteya 35 keştiyên bazirganî guherandiye, du ji wan ragirtin û du yên din jî hatin kontrolkirin wekî beşek ji sepandina dorpêça deryayî ya li dijî Îranê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG