Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ferhad Şamî: Êrîşên Tirkîyê Wê Bê Bersîv Nemînin


Dewleta Tirk ev çend roj in dîsa bi balafiran êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilata Sûrîyê pêk tîne.

Di hevpeyvîna teybet ya Dengê Amerîka bi berpirsê ofîsa ragihandina Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî re, wî da zanîn ku cîhên tên bombebaran kirin piranî binesazîya aborî û dezgehên jîyanî ne.

Derbara nexşeya hêzên li ser erdê, Şamî ragihand ku, “Koalîsyona Navnetewî xaleke locistîkî li Qamişlo (Hîmo) ji ber gefên mîlîşyayên Îranê demkî vala kiribû, lê dîsa vegerîyan cîhê xwe, herwiha hêzên Rûsî jî li seranserî herêmê li cîhên xwe ne”

Herwiha wî piştrast kir ku ti guhertin di belavbûna HSD’ê de ta niha çênebûne, “Hêzên me li bingeh û cîhên xwe yên sala 2019an girtibûn de, ne”.

Li ser egera berdewamîya êrîşên Tirkîyê û helwesta HSD’ê dê çi be, Şamî dîyar kir ku êrîşên Tirkîyê sûcên şer in û bi awayekî sîstametîk zerarê digihîne jîyana gelê sivîl, herwiha ewê bê bersîv nemînin.

“Weke bersîv çalakîyên HSD’ê li bereyên Minbic û Til Temir hebûn. Lê eger ev êrîş berdewam bikin, hêzên me dê têkevin çalakîyên aktîv, ku hemû bingehên Tirkîyê li seranserê herêmên dagirkirî dê bibin armanca HSD’ê”.

Şamî herwiha dîyar kir ku ew naxwazin pirsgirêkan bi şer çareser bikin û pirtir bala xwe dane rêyên dîplomasî bi rêya hêzên garantor.

“Tirkîye dixwaze HSD’ê û gelê herêmê bikşîne şer, çimkî di texmînê wê de ew dikare bi şer qezenc bike, lê eger şer berfireh bû emê bi hemû karînên di destê me de şer bikin û ev şer dê şerekî demdirêj be û bandorê li pêgeha Tirkîyê li Sûrîyê û herêmê bike”, Şamî got.

Berpirsê navenda ragihandina HSD’ê herwiha hişyarî ji gefa DAIŞ’ê da ku sûdê ji êrîşên Tirkîyê digire, bi taybetî dema ku hêzên asayîşê tên armanc kirin dixwaza Tirkîyê ew e ku DAIŞ bi rehetî tevbigere.

“Dema Tirkîye dixwaze ku Koalîsyona Navnetewî ji herêmê vekişe, mebesta wê zindîkirina DAIŞ’ê ye, me ev yek ji Koalîsyonê re ronî kirîye, herwiha me gotîye ku hevkarîya me divê xurtir bibe, lê êrîşên Tirkîyê vê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê lawaz dike”.

Şamî di dawîya axaftina xwe de bal kişand ku rejîma Sûrî û Îran jî sûdê ji êrîşên Tirkîyê digirin ku di çend rojên borî de êrîşên xwe li Dêrezorê zêde kirine.

“Êrîşên çêdibin ji encama civînên çar alî li Astana di navbera rejîmê, Tirkîye, Îran û Rûsya de, ne. Ev alî dixwazin Rêvebirîya Xweser hilweşînin û yek ji hêmanên serekî yên rêvebirîyê binesazîya aborî û xizmetkarî ye ku Tirkîyê êrîşa wê dike”.

Kerem kin bi guhdarîya tevahîya hevpeyvînê bikin:

NR_01_16_2024_Hevpeyvin_Ferhad_Shami
please wait

No media source currently available

0:00 0:13:07 0:00

XS
SM
MD
LG