Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye, Yunanistanê bi 'Çalakiyek Dijminane' Sûcdar Dike


Arşîv: Firoka Tirkî F-16
Arşîv: Firoka Tirkî F-16

Tirkiyê roja Yekşemê got, Yunanistan hevalbendê NATO sîstemeke berevaniya esmanî ya Rûsî bikar aniye da ku balefirên Tirkiyê di heweke lêgerînê da asteng bike û ev yek weke "çalakiyek dijminane" bi nav kir.

Çavkaniyên Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandin, ku bûyer di 23ê Tebaxê de dema ku sîstema mûşekî ya S-300 ya Yunanistanê li girava 'Crete' li ser firokeyên F-16 yên Tirkiyê yên ku 10 hezar metre li rojavayê Rhodesê difirin, pastengî derxistin.

Çavkaniyan herwiha gotin ku ev "bi ruhê hevalbendiya bi NATO'ê re li hev nayê" û li gorî binemayên tevlêbûna NATOyê wekî "kiryarên dijminane" tê dîtin.

"Tevî vê kiryara dijminane jî, firokeyên (Tirk) erkên xwe yên plankirî bi dawî kirin û bi silametî vegeriyan bingehên xwe." Weke Wezareta Berevaniya Tirkiyê dibêje.

Lê çavkaniyên Wezareta Berevaniya Yunanistanê ev îdîayên Tirkiyê red kirin.
Li gorî nûçeya televîzyona ERT1 ya dewletê, çavkaniyan got, "Sîstema mûşekî ya S-300 ya Yunanistanê ti carî li hember balafirên F-16 yên Tirkiyeyê bend nedanîne."

Tirkiye di mehên dawî de gazinan ji kiryarên provokatîf yên Yunanîstanê dike û got ku tevgerên bi vî rengî hewldanên aştiyê têk dibin, weke Tirkiye dibêje.

Du welatên NATO yên cîran alozî û nakokîyên dirêj yên deryayî û esmanî hene ku dibe sedema firîn û nobedariyên hêzên esmanî yên hema bêje rojane li dora giravên Yunanîstanê yên li nêzî peravên Tirkîyê pêk tên.

Atîna, bi firînên li hindavî giravên welatê xwe, Tirkiyê tawanbar dike.
Tirkiye jî dibêje ku Yunanîstan leşkerên xwe li giravên li deryaya Egeyê (Îce) bi cih dike û peymanên aştiyê yên piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyemîn binpê dike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî sûcdariya ku Serokwezîrê Yunanîstanê Kyriakos Mitsotakis givaştin û tevgera nefirotina çekên Amerîka bo welatê wî dabû destpêkirin, peywendî bi Yunanîstanê re qut kirin.

Washîngtonê ji ber radestkirina sîstema berevaniya mûşekî ya pêşkeftî ya Rûsî li Enqerê ceza birîne.

Bi vê kirînê re Amerîka, beşdarîya Tirkiyê ya di bernameya F-35 da deranî.
Lê rêveberiya Serok Joe Biden îşaret bi wê yekê kir ku dibe, ew amade be nakokiyan derbaz bikin û li ser kirîna F-16 axaftin hatbûn kirin.

Çavkaniyên Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandin ku Yunanistanê jî sîstema berevaniya esmanî ya Rûsyayê kirî û welatên rojava bêyî ku navê wan eşkere bikin, bi pêkanîna siyasetên dualî tawanbar kirin.

Atîna jî çavê xwe berdane çekên Amerîkî di hewildanê da ye, ji bo bihêzkirina hêza xwe ya esmanî di nav tengezariyên bi Enqerê re.

Di meha Hezîranê da, Yunanîstanê jibo kirîna balafirên şer yên F-35 yên Amerîkî daxwazek bi şêwazeke fermî pêşkeş kir bû.

XS
SM
MD
LG