Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokeke Şerker ya Amerîkî Ket, Pîlotê Wê Hate Kuşin


Jetên F-16 ku ji bingeha Shaw rabûne (Arşîv)

Hêzên Esmanî yên Amerîka îro Çarşemê ragihand ku jeteke şerker di dema hîndarî ya aseyî ya şevê de li South Carolina gêr bû û di encamê de pîlotê wê firokê hate kuştin.

Firoka F-16 di 11:30’ê şeva Sêşemê li nêzî bingeha Shaw ya Hêxên Esmanê ya rojhilata bajarê Columbia ya eyaleta South Carolina kete xwarê,” rûpela Facebookê ya bingehê ragihand.

Hêzên Esmanî navê pîlot eşkere nekir, lê got ku malbata wî hatiye agahdar kirin.

Heta niha zelal nebû ku fitok jiber çi ketiye erdê.

XS
SM
MD
LG