Ajansa AFP radigihîne ji zarê parêzerê rojnamevana Hollandî Frederike Geerdink radigihîne ku ewê were dersînor kirin, piştî ku Geerdink hefteya borî li Gever’ê hatibû girtin.
Awuqatê Geerdink Îbrahîm Ay dibêje, ew hatin agahdar kirin ku Geerdink dê were dersînor kirin, lê wekî din ti agahîyên din li ba wan tune.
Ay da zanîn ku Geerdink roja Sêşemê bi fermi hate berdan, lê dû re bo dersînorkirinê, ji bendîxaneyeke li Gever a Hekkarîyê hate şandin û wan li ser wê biryarê îtîraz kirine.
Biryara dersînorkirina Geerdink di vê demê de tê ku şerê navbera artêşa tirk û serhildayên PKKê gelek gur bûye.
Geerdink di sala 2006’an de çûbû Tirkîyê û ji 2012’an vir ve li Dîyarbekir’ê dijîya û li ser Kurdan dinivîsa.
Wê bi Îngîlîzî û Hollandî dinivîsa û di malpera Diken ya (diken.com.tr) hevrik de nivîsarên wê yên Tirkî belav dibûn.