Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fehîm Işik: Kuştina Qasim Silêmanî Dê Bandorê Ser Hemî Rojhilata Navîn Bike


Rojeva Rojhilata Navîn piştî kuştina generalê Îranî Qasim Silêmanî, ku fermandarê Hêza Qudsê bû, pir germ bûye.

Pisporên sîyasî pêşbînî dikin ku jiber kuştina Silêmanî wê girjîya di navbera Amerîka û Îranê di rojên pêş de jî dê bidome. Jixwe ji her du welatan jî daxuyanîyên hevdu tawanbar dikin hene û gefan dijî hevdu dixwin.

Rojnamevan Fehîm Işik dibêje ku kuştina Silêmanî dê bandora xwe li ser hemû Rojhilata Navîn, Ewrupa û Rusyayê bike.

“Bandora kuştina Qasim Silêmanî dê zêdetir li ser Tirkîyê, Îraq û Sûrîyeyê xuya bike. Silêmanî, ser navê Îranê li Rojhilata Navîn sîyasetî bi rêve dibir. Jiber vê yekê, divê ev her sê welat bi rengeke eşkere helwestan bigirin, bi taybetî jî Tirkîye. Jiber ku Îraq û Sûrîye bi taybetî ji Sûrîye helwesta xwe ligel Îranê digire.

Işik herwiha dibêje ku helwesta Tirkîyê ya li ser kuştina Silêmanî dualî dimeşe û heta niha helwesta Tirkîyê ne zelal e.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Silêmanî yê qumandarê Hêza Qudus ya Pasdaran di êrîşekê dronî ya Amerîkî de li Bexda hatibû kuştin.

Rêvebirîya Amerîka Înîya borî ragihandibû ku ewê wek pêşîgirtina gefên hember hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn, 3,000 leşkerên din bişîne wê herêmê.

MEB_07_01_2020_Qasim_Silemani_Rojava_F_Isik
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:30 0:00


XS
SM
MD
LG