Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Foza Yusif Derbarê Civîna Sîstema Federalîya Demokratîk ya Bakurê Sûrîyê Agahîyên Girîng Dide


Xwendina encamnameya Sîstema Federalîya Demokratîk ya Bakurê Sûrîyê

Meclîsa Damezrêner ya Sîstema Federalîya Demokratîk ya Bakurê Sûrîyê civîna xwe ya sê rojan Pêncşemê bi dawî kir.

Di nav bîragiştî ya Kurdî de ji hemî mijaran pirtir, babeta derxistina peyîva "Rojava" ji navê sîstema federasyonê hate nîqaş kirin. Hin alî nerazî ne ku Kurd bi vî awayî dest ji doza xwe yê netewî ber didin û çewtîyên mezin dikin.

Endama Meclîsa Damezrêner Foza Yûsif di hevpeyvîna Dengê Amerîka de bersîva wan rexneyan da û got ku bingeha sîstema federalî Kurd in û nabe ku doza Kurdî were berdan.

"Berevajî îdiayên wiha, bingeha Sîstema Federalîya Demokratîk ya Bakurê Sûrîyê kantonên Kurdî û tekoşîna Kurdan e û rengê Kurdewar di hevpeymanêya civakî de zelal e,"

Yusif dide zanîn ku herêmên ku niha bin destê Kurdan û hevalbendên wan in, ji herêmên Kurdan ya dîrokî gelek berfirehtir e.

"Loma jî biryar hate dayîn ku navê Sîstema Federalîya Demokratîk ya Bakurê Sûrîyê were karanîn ku hemî Kurd, Ereb, Suryanî û pêkhatîyên din hembez bike," Yusif di dawîya hevpeyvînê de got.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:11:07 0:00

Şîroveyan bibîne (1)

Ev forume hate girtin.
XS
SM
MD
LG