Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE ji Facebook, Twitter û Google Dixwaze ku Mafên Karîneran Pirtir Biparêzin


Berpirsîya dadê ya Ewrupa îro Pêncşemê ragihand ku pêşnîyarên ji kompanîyên Facebook (FB.O), Twitter (TWTR.N) û Google (GOOGL.O) ne bes in û ji wan xwest ku qanûnên xwe pirtir nêzî yên Yekîtîya Ewrupa bikin.

Sazîyên rêvebir û parastina mafê kirîyaran yên Yekîtîya Ewrupa got ku her sê kompanya bi tevahî bersîva fikarên heyî ya ser mafê karîneran nedaye ku naverok çawa tên jêbirin û karîner çawa tên agahdar kirin û herwiha çawa kontrat tên betal kirin.

Sazîyên rêvebir û parastina mafê kirîyaran yên Yekîtîya Ewrupî, ku sala borî ji Facebook, Twitter û Twitter daxwaza hin guherînan xwestibû, xwedî desthilatê ye ku ceza bidin wan şîrketan, ger ew daxwazên wê bi tevahî bi cîh neyînin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG