Damezrêner û rêveberê Facebook, Mark Zuckerberg, bi yara xwe Priscilla Chan re zewicî.
Şahiya zewaca Zuckerberg li mala wî li wîlayeta California hate lidarxistin.
Milyarderê 28-salî nûçeya zewaca xwe bi rêya Facebookê bo cîhanê eşkere kir piştî status a xwe li Facebookê guhert û wêneyê zewaca xwe li Facebookê belav kir.
Nêzîkî 900 milyon kes li seranserê cîhanê di malpera Facebookê de beşdar in.