Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Facebook: Hesabê Trump Dê Heta Rêbendana 2023'yan Neyê Vekirin


Platforma medya civakî Facebookê ragihand ku ewê hesabê Serokê berê yê Amerîka Donald Trump heta 7’ê Rêbendana 2023’yan neyê vekirin.

Facebookê bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku Trump ger rîska bo ewlekarîya civakê kêm bibe dê karibe piştî 7’ê Rêbendana 2023’yan vegere platformê.

Li gor daxuyanîya Facebookê, ger karbidestên platformê testpît bikin ku hesabê Trump rîska bo ewlekarîya civakê didomînin ewê dema sînordarkirinê dirêjtir bikin.

Piştî êrîşa dijî Kongresê, ku di 6’ê Rêbendanê de pêk hatibû û 5 kesan canên xwe ji dest dabûn, Facebook û Instagramê dîyar kiribûn ku Trump ‘’hîlekarîyê dixe nav hilbijartinên seroktîyê yên 2020’an’’ û ‘’alîgirên xwe bo tundûtûjîyê sor dike’’ û heasbên wî girtibûn.

Avakarê Facebookê Mark Zuckerberg jî dabû zanîn ku ger ew destûrê bidin Trump ku hesabê xwe bikar bîne ewê rîskên mezin çêbin.

Piştî Facebook û Instagramê, Twitter, Spanchat, Youtube jî biryar dabûn ku hesabên Trump sînordar bikin.

XS
SM
MD
LG