Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Facebook û Twitter Hesabên Sexte yên Aligirên Sîyaseta Amerîkî Asteng Dikin


Logoyên Facebook û Twitter
Logoyên Facebook û Twitter

Li gor rapora Zanîngeha Stanford û Graphika ku kompanîya analîzê ya medya civakî ye, Facebook û Twitterê cara yekê toreke hesabên sexte rakirin ku bi rêkên dijî qanûnê sîyaseta aligirîya Rojavayî belav dikirin.

Raport dîyar dike ku ev tora ku ji hesabên sextê pêk dihat, sîyaseta aligirê rojavayî di nava temaşevan - guhdarên bîyanî û rexnegirên Rûsya, Çîn û Îranê de didan nasandin.

Hesabên sextê pîvanên xizmetê yên Faebook û Twitterê binpê kirine; şêwazên xapînok bi kar anîne ku gotarên aligirên Rojavayî li Rojhilata Navîn û Asya Navîn belav bikin û wan xurt bikin û îhtîmal e ku ev ji 5 salan direjtir e ku ev bizav didomîn.

Lêkolînerên raportê dîyar dikin ku Twitter û Facebook bi rengekî fermî eşkere nekiriye ku kîjan sazî yan rêxistin li pişt wan bizavan bûn, ku ew bi xwe di raporê de vê xalê eşkere dikin.

Li gor raporê, Twitterê Amerîka û Brîtanya wek ‘welatên gumanbar yên bingehên wan hesabên sexte destnîşan kirine.

Meta ya ku kompanîya xwedîyê Facebook û Instagramê ye, Amerîka wek welatê ku bingeha wan hesabên sexte bi nav kiriye.

Kompanîyên medya civakî yên onlaynî di salên dawî de gavên bo bandora onlaynî ku ji rejîmên otorîter yên li Çîn, Rûsya û Îranê têne kirin, asteng dikin.

Lê, bi vê raporta Zanîngeha Stanford û Graphika ku dibêje ku ji bingeha Amerîka jî xebatên bo bandora onlaynî hatiye kirin, bi piranî heman şêwaz hatine xebitandine.

Ev raport bi xwe re gelek pirsan jî tîne ku kî li pişt vê hewilê ye, armancên wê çi ye û bandoreke çawa bi dest xistiye.

Dengê Amerîka(VOA) roja Pêncşemê ji wezareta berevanîya Amerîka pirsî ku gelo artêşa Amerîkî ew hesabên sexte ava kiriye yan na.

General Patrick Ryder, Berdevikê medya yê Pentagonê û Serfermandarê Hêza Esmanî yê artêşa Amerîka
General Patrick Ryder, Berdevikê medya yê Pentagonê û Serfermandarê Hêza Esmanî yê artêşa Amerîka

Serfermandarê Hêzên Esmanî yên Amerîkî General Patrick Ryder û berdevikê medya yê Pentagonê, got ku divê ew daneyên ku ji hêla Facebook yan Twitter ve hatine peyda kirin, binêrin û binirxînîn.

General Pat Ryder dîyar kir ku leşkerîya Amerîka li seranserê cîhanê operasyonên piştgirîya agahdarîya leşkerîya xwe dike, lê hwî ti ûrgilî neda.

"Bi zelalî ezê behsa operasyonên berdewam yan jî taktîk, teknîk û peyvajoyên taybetînekim, ji bilî ku ez bibêjim em di çarçoveya polîtîkayên diyarkirî de tevdigerin," Ryder got.

Lekolînerên raportê destnîşan dikin ku hesabên medya civakî yên sexte bi gelemperî lînkên malperên medya sexte û jêderên girêdayî artêşa Amerîka diweşînin û wan wek çavkanîyên agahîyên xwe dîyar dikin; wek malperên li Asya Navîn ku Fermandarîya Navendî ya Amerîka wek sponsor nîşan didin.

Raporta Zanîngeha Stanford û Graphika herwiha dibêje ku ev hesabên sexte ragihandinên VOA û Radyoya Ewrupaya Azad/Radyoya Azadî (Radio Free Europe/Radio Liberty/RFERL) kopî dikin û piştre jî weşanên xwe bi van lînkên sexte re girê didin.

Hejayê destnîşan kirinê ye ku her du sazîyên Amerîka ku weşanên navneteweyî dikin û ji hêla budçeya federal ve têne fînans kirin.

Malperên medya yên sexte wekî din nuçêyên BBC Rûsya û çavkanîyên din jî kopî kirine.

Raport dide zanîn ku hejmerake hesabên medya civakî yên ku hatine rawestandin girêdayî wan malper û hesabên sexte bûn; wek mînak Dariche News ku Farsî weşan dikir û îdia dikir ku ew dezgeheke medyayî ya serbixwe ye û xwedîyê naveroka orjînal e.

Lê, raport bi berdewamî dibêje ku "gelek nuçê û weşanên Dariche News ji yên medya Farsî ku Amerîka fînanse dike hatine kopi û hatine guhertin; di nav Radyo Ferda ya RFE/RL û VOA Farsî.

Bersîva USAGM

Berdevika Ajansa Amerîka ya jibo Medya Globalî (USAGM) Lesley Jackson doh Pêncşemê dîyar kir ku haya wan ji van hesaban tuneye, ku VOA û RFE/RL beşên USAGM ne.

"USAGM tenê hesab û malperên xwe yên medya civakî yên fermî rêve dibe, standardên herî bilind bikar tîne da ku piştrast bike ku hesabên fermî li ser bingeha rastîyan û piştrastkirî ne," Jackson got.

Jackson herwiha destnîşan kir ku USAGM bi sazîyên din yên hikûmetê yên Amerîka yan jî bi komên din re naxebite ku naveroka nûçeyan bi rêka hesabên medya civakî yên sexte biweşîne, belav bike yan teşwîq bike.

"Bi armanca xwe ya agahdarkirin, beşdarkirin û tekilîya mirovên li seren serê cîhanê bo piştgirîkirina azadî û demokrasîyê, USAGM wê her dem ragihandina belaş ya agahdarîya pêbawer jibo kesên hewcedar re bidomîne û ewê hemberî ragihandina derew, sexte û sansurê bisekine," Jackson got.

XS
SM
MD
LG