Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Facebook di Encama Vekolînê de 200 App Betal Dike


Facebook radigihîne ku wê, di qonaxa yekê ya pêdaçûna app’ên, ku awayekî berfireh ya ya pêzanînên karîneran dixebitîne, heta niha nêzî 200 app hatine betal kirin.

Cîgirê serokê Facebookê Ime Archibong ragihand ku ew app di encama vekolîna wan de hatine sekinadin.

“Armanca vekolîna me ew bû ku em bizanin kîjan app pêzanînên karînerên me bi xirabî xebitandine. Di encama wê vekolînê de dora 200 app ji Facebookê hatin derxistin,” Archibong got.

Facebookê da zanîn ku, ji daxuyanîya Mark Zuckerberg ya 21’ê Gulanê vir ve, vekolerên wê pêdaçûnê bi hezaran app kirine ku bizanin ti agahî bi xirabî kar anîne yan ne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Facebook jiber firotina pêzanînên taybet yên karîneran, bûye armanca nerazîbûnên tund li seranser cîhanê.

Wek encama wan nerazîbûnan, Facebook neçar ma ku hîn guhertinan bike ku karîner bikarin agahîyên xwe yên taybet pirtir kontrol bikin.

XS
SM
MD
LG