Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban di Êrîşekê de 8 Serbazîn Afghanî Dikuje


Berpirsekî Afghanî dibêje tevgera Talîbanê li parêzgeha Farah êrîşî xaleke vekolînê kir û herî kêm 8 serbaz kuştin.

Endamê civata Parêzgehê Abdul Samad Salehî dibêje çekdaran derengî roja Şemiyê 10 serbazên din jî revandin.

Peyvdarê polîsê parêzgehê Mohibullah Mohib dibêje sê çekdar hatin kuştin û 4 birîndar bûn.

Tevgera Talîbanê, ku nêzîkî nîva Afghanistanê kontrol dike, bi awakî rojane êrîşan pêk tîne û bi awakî sereke hêzên ewlekariyê ji xwe re dike armanc.

XS
SM
MD
LG