Hêzên Çekdar yên Şoreşger yên Kolombîya (FARC), bo siberoja xwe ya siyasî nîqaş bike kongreya xwe ya yekê li dar xist.
1200 endamên FARC'ê beşdarî kongreya li Bogoto ya payxtaxta Kolombîya bûn.
Serokê FARC'ê Rodrigo Londono, ku bi navê "Timoşenko" jî tê nas kirin, dîyar kir ku ew bi kongreyê, rêxistinê vediguherînin partiyeke siyasî.
"Partîya me ewê berevanîya aştî û aramîyê bike, ji mafên mirovan re rêzê bigire û pêşketîna aborî bike armanc" Londono got.
Kongre roja Înê diqede û endamên FARC'ê dê navê partiya siyasî dîyar bikin.
AFP da zanîn ku hin endam dixwazin ku di navê partîyê de peyva "şoreşger" hebe, lê hinên din jî jibo destpêkeke nû dixwazin ew peyv ji navê rêxistinê were derxistin.
Li ber e ku partîya ku dê were ava kirin beşdarî hilbijartina sala pêş bibe.
Li gor peymana ku bi hikûmeta Kolombîya re hatîye îmza kirin, partîya FARC'ê dê di hilbijartina yekê de rastexwe xwedîyê hin kursîyên meclîsê be.
Di şerê FARC û hikûmetê de, ku 52 sal dom kir, 260,000 kes hatin kuştin û 6,000,000 kesên din ji neçarî warên xwe terk kirin.
Piştî danûsitandinên aştîyê yên ku li Kuba 4 sal dom kir, rêxistin û hikûmetê, di Mijdara 2016'an de peymana aştîyê îmza kir.
Di dawîya Hezîranê de FARC'ê hemî çekên xwe radest kirin.
Serokê Kolombîya Juan Manuel Santos, bo peymana aştîyê, Xelata Aştîyê ya Nobelê wergirt.