Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FARC'ê Çekên Xwe yên Dawî jî Radest Kirin


Serhildayekî FARC'ê
Serhildayekî FARC'ê

Serokê Kolombîya Juan Manuel Santos dîyar kir ku Hêzên Çekdar yên Şoreşger yên Kolombîya (FARC) çeken xwe yên talî jî radest kirine û şerê ku 52 sal dom kir, bi temamî bi dawî bûye.

Ser radestkirina çekên dawî li Fonseca ya li rojhilata Kolombîya merasîmek li dar ket.

Santos, di axaftina xwe ya li merasîmê de da zanîn ku pevçûn bi temamî qedîyane.

‘’Bi radestkirina hemî çekan jibo gele me qonaxeke nû destpê kir’’ Santos got.

Radestkirina çekan yek ji şertên di navbera rêxistin û hikûmetê de bû. Li gor medya Kolombîya 8122 çek û 1,300,000 gule hatin top kirin.

Li ber e ku FARC, di Îlonê de dest bi siyasetê bike.

Santos bo peyvajoya aştîya Kolombîya, Xelata Aştî ya Nobelê sitandibû.

XS
SM
MD
LG