Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FARC di 1'ê Îlonê de Dest bi Siyasetê Dike


Hêzên Çekdar yên Şoreşger yên Kolombîya (FARC), ku 52 salan li dijî hikûmetê têkoşîna çekdarî kir, di 1'ê Îlonê de dest bi siyasetê dike.

FARC'ê, par bo danûsitandinên aştîyê agirbest ragihandibû û îsal di 24'ê Hezîranê de çekên xwe radestî Neteweyên Yekbûyî (NY) kiribû.

Nav û bernameya partîya ku dê FARC ava bike hîn ne dîyar e.

Yek ji fermandarên FARC'ê Carlos Antonio Lozada ji AFP re da zanîn ku ewê di 1'ê Îlonê de, li Qada Bolîvar ya Bogota ya paytaxta Kolombîya partîyê bi awayekî fermî damezrînin.

Lozada dîyar kir ku ew bo "çalakîya mezin ya çandî û siyasî" dixebitin.

Danûsitandinerê pêş yê FARC'ê Ivan Marquez jî got ku jibo ew tevlî siyasetê bibin bi hikûmetê re li hev hatine.

Li ber e ku nav û bernameya partîya FARC'ê, di kongreya Tebaxê de dîyar bibe.

XS
SM
MD
LG