Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirê Komîsyona Bilind ya Hilbijartinan li Hewlêrê Hat Kuştin


Rêvebirê kargerî yê Komîsyona Bilind ya Hilbijartinan ya Herêma Kurdistana Îraqê, Faris Mihemed di êrîşeke çekdarî de li Hewlêrê hat kuștin.

Rêvebirê polîsên Hewlêrê got ku kuștina karbidestê komîsyonê ti têkîlî bi komîsyonê ve tune û bûyer kiryareke civakî ye.

Mihemed herwiha pêșmergeyekî berê yê Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bû û kadroyê wê partîyê bû. Di vî warî de Saadî Ahmed Pîre, berdevkê YNK'ê got Faris ti pirsgirêk ligel ti kesekî nebûye.

“Em daxwaz dikin ku dezgehên ewlekarî bi karên xwe rabin û vekolînan bikin. Em herwiha ji kes û karên Faris dixwazin ku ger zanyarîyên wan hebin, bila bidin dezgehên emnî,” Pîre got.

EZ_04_24_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:07 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG