Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Logoglu:Divê Tirkîye Sîyaseta Xelet ya Sûrîyê li Lîbyayê Dubare Neke


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro got ku ewê destûrnameya şandina leşkeran ya ji Lîbya re pêşkêşî parlamanê bikin.

"Jibo destnîşankirina sînorên deryayî di navbera Tirkîye û Lîbya rêketinek hat îmza kirin. Me ev kar qedand. Em niha rewşa Lîbyayê ji nêzve dişopînin. Cîhê ku em werin vexwendin, êmê herin. Niha vexwendinek heye û emê herin.”

Dîplomatê berê Faruk Logoglu li ser rêketina Tirkîyê û Lîbya, herwiha daxuyanîyên dawî yên Erdogan ji Dengê Amerîka re nirxandin.

Logoglu tezkereya şandina leşkerên Tirkîyê ya jibo Lîbya gaveke xelet dibîne û dibêje ku Lîbya jibo Tirkîyê dê bibe Sûrîye ya duyê.

“Tecrubeya Tirkîyê ya li Sûrîyê û mezinbûna pirsgirêka li Sûrîyê pêş çavan e. Sedema bilindbûna girjîya li Sûrîye ew e ku Tirkîye jî bû alîyek û hem alîkarî da û hem jî artêşeke nû ava kir û şerê li Sûrîyê mezintir kir. Ev xeletîyek bû jber ku hiqûqa navnetewî mafê qelibandina rejîmeke din nade ti kesî."

Ew hişyarî dide ku dubarekirina polîtîkaya Sûrîyê ya şaş li Lîbyayê ne li gor berjewendîya Tirkîyê ye.

Logoglu peymana Tirkîyê û hikûmeta Lîbya ya destnîşankirina sînorên deryayî erênî, lê wek gaveke derengmayî dibîne.

“Jibo ku em di vê mijarê de werin cîhekî baştir, divê bi taybetî têkîlîyên bi Misir, Îsraîl û Sûrîyê re werin rast kirin. Divê em li Lîbyayê nebin alîyekî vî şerî û bo aştî û aramîyê bixebitin.”

Hêjayî birxistinê ye ku ji sala 2014’an vir ve li Lîbya di navbera hikûmeta Lîbya û Xelîfa Xeftar de şerekî navxweyî didome.

Misir, Yunanistan û Qibris bi peyana Tirkîyê û Lîbyayê bi tundî rexne dikin û wê yekê wek binpêkirina hiqûqa navneteweyî û paşguhxistina mafên welatên din yên ser Derya Sipî dibînin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:48 0:00


XS
SM
MD
LG