Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FATF, Tirkîyê Dixe 'Lîsteya Gewr'


Logoya FATF
Logoya FATF

Sazîya Hêza Erka Çalakîya Darayî (FATF) ya di bin sîwana Rêxistina Pêşketin û Hevkariyê ya Aborî (OECD) de ragihand ku wê Tirkiyê jiber şûştina dirav ya neqanûnî , xistiye lîsteya gewr.

FATF, ji hêla koma G7'an ya aborîyên pêşketî ve hatiye damezrandin da ku sîstema darayî ya cîhanî biparêze,

Berpirsê Giştî yê Sazîya Hêza Erka Çalakîya Darayî (FATF) Dr. Marcus Pleyer ragihand ku “ pêdivî ye ku Tirkîyê di pişesazîyên banka, firotina milk, zêr û cewher de, "pirsgirêkên cidî yên çavdêriyê" çareser bike.

Dr. Marcus Pleyer got ku divê Tirkîyê nîşan bide ku ew bi rengekî xurt dijî dozên tevlihev yên şûştina drav re tekoşîn dike û nîşan bide ku ew dozên fînanskirina terorê dişopîne û dozên rêxistinên terorî yên NY yên wek DAIŞ û El Qaîde, dide pêş.

Xezîneya Dewlata Tirkîyê ser biryara FATF daxuyanîyekê ragihand û got ku "tevî xebata me ya bo lihevhatinê, xistina welatê me di lîsteya gewr de encamek neheq e."

" Di dema pêş de, dê bi hevkarîya FATF û hemî sazîyên têkildar re tedbîrên pêwîst bêne girtin, da ku welatê me ji vê lîsteyê were derxistin, " Xezîneya Tirk got.

FATF, Malî û Urdun jî xist nav lîsteya çavdêrîya zêde, ku wek 'lîsteya gewr' tê bi nav kirin.

Wê Botswana û Mauritius ji lîsteyê derxistin, ku niha 23 welat tê de ne.

Di lîsteya gewr ya FATF'ê de welatên wek Pakistan, Fas, Albanya û Yemen hene.

XS
SM
MD
LG