Konferansa bazirganî û weberhênanê ya navbera Îtalya, Îraq û Kurdistanê roja Çarşemê li Romayê destpê kir.
Di wê konferansê de gotûbêj li ser weberhênan û karê kompanyayên Îtalî li Îraq û Kurdistanê û bazirganîya navbera herdu welatan tête kirin.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Fethî Muhemed Alî şîretvanê wezareta bazirganî ya Herêma Kurdistana Îraqê dibêje ku armanca wê konferansê bihêzkirina têkelîyên bazirganî û aborî yên navbera Îtalya û Îraqê ye.
Birêz Fethî, ku li konferansa Îtalyayê de beşdar e, dibêje ku li sala bihurî bazirganîya navbera Îraq û Îtalyayê li sê milyar dollaran zêdetir bû.
Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Fethî Muhemed Alî re, fayla dengî li rexê rastê vê rûpelê kilik bike.