Breaking News

Wezîra Berê ya AKP'yî Fatma Betul Serbest Hat Berdan

Fatma Betul Sayan Kaya, Wezîra berî ya endama AKPê
Fatma Betul Sayan Kaya, Wezîra berî ya endama AKPê

Sîyasetvana berê ya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Sayan Kaya jiber lêpirsîna ser fonan bi qasî 20 rojên berê hatibû girtin.

Bo Sayan Kaya îro Sêşemê bi şertê hepsa malê biryara berdanê hat dayîn.

Serokê Yenî Partîyê Ozgur Ozel ji X’ê got ‘’Tayyîp Beg li hember gefên Fatma Xanim a digot ‘Ez ne bi tenê me, ez ê bipeyîvim’ karibû ancax ewqas li ber xwe bide’’

Sayan Kaya jiber ‘’endamtîya li rêxistina jibo sûcan hatiye damezirandin’’ dihat tawanbarkirin.

Bo hevjînê wê jî, Îlyas Kaya biryara li jêr kontrola dadê hatibû ragihandin.

Wezîra berê ya AKP’yî, piştî îdiayên ser qezenckirina neheq ya ji fonên hatine betalkirin, 27’ê Îlonê ji cîgirîya seroktîya partîya xwe vekişîyabû.

Bo hemû hebûnên Îlyas Kaya û Fatma Betul Sayan Kaya, 29’ê Îlonê biryara cemidandinê hatibû dayîn.

Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk dîyar kir ku pêvajo bi fermana serokê partîyê Recep Tayyîp Erdogan tê şopandin.
Jiber lêpirsîna ser fonan pirtir ji 135 kes girtî ne.

XS
SM
MD
LG