Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Fauci Geşbîn E ku di Demeke Kin de Testên Parastina jî Korona Hazir Bin


Dr. Anthony Fauci
Dr. Anthony Fauci

Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci dîyar kir ku ewê testên antîkorê yên bo vîrusa korona di demeke kin de hazir bin.

Fauci ji CNN’ê re da zanîn ku pispor û berpirsên testên antîkor hazir dikin, dipejirînin û bo karanînê didin ber destê bîragiştî ji wî re gotine ku ewê heta hefteyekê hejmareke bilind ya testan amade bin.

‘’Dewletên din jiber nebûna van testan kêşeyan re rû bi rû man. Em van testên antîkorê bo nexweşîyên din bikar tînin, lê divê werin pejirandin.’’ Fauci got.

Wî dîyar kir ku çawa ku ew test werin pejirandin ewê dest bi karanîna wan bikn.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Amerîka pirtir ji 470,000 kes bi vîrusa korona ketine.

Ji nav eyaletên Amerîka herî zêde li New Yorkê vîrusa korona hatiye tespît kirin ku ew vîrus li vir ketiye canê pirtir ji 160,000 kesan û bi qasî 8000 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG