Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fauci Dibêje Ger Qedexeya Ser Vaksîna Johnson & Johnson Bidome Ewê Guman Pirtir Bibin


Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci ji Reutersê re dîyar kir ku ew hêvî dike ku qedexeya ser vaksîna vîrusa korona ya Johnson & Johnson demûdest bi dawî bibe.

Pisporên Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) dengdana ser karanîna vaksîna Johnson & Johnson bi kêmî ve bo hefteyekê paş xistibûn.

Karbidestên Amerîkî jiber lêkolînên ser tîrbûna di xwînê de belavkirina vaksîna Johnson & Johnson rawestandibûn.

Fauci dîyar kir ku biryara CDC û Rêvebirîya Derman û Xwarinê (FDA) raber dike ku ew çiqas girîngîyê didin ewlekarîyê û got ku ew hêvî dike ku di demeke kin de biryarê bidin.

Wî da zanîn ku ger vaksîna Johnson & Johnson demeke dirêj dûrî pîyasayê be, ewê ne tenê ser wê vaksînê bi giştî ser hemî vaksînan guman çêbin.

Ew tîrbûna xwînê, li Ewrupa bi karanîna vaksîna AstraZeneca jî hatibû dîtin. Hin welatên Ewrupa dabûn zanîn ku wan karanîna vaksîna Johnson & Johnson û ya AstraZeneca rawestandiye.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG