Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Facebook Biryar Da ku Xebatkarên Wê Heta Tîrmeha 2021ê ji Malê Bixebitin


Nivîsa ber navenda giştî ya kompanîya Facrbookê
Nivîsa ber navenda giştî ya kompanîya Facrbookê

Facebookê ragihand ku xebatkarên wê dê jiber vîrusa korona karibin heta Tîrmeha 2021’an ji malê bixebitin.

Ew platforma medya civakî dê seba xebakatkarên wê pêdivîyên xwe yên bo xebata ji malê bikirin jî 1000 dolarên din bide wan.

Berdevikekî Facebookê dîyar kir ku wan bi pêşnîyazên karbidestên saxlemî û hikûmetê û bi nirxandinên navxweyî yên kompanîyê ew biryar daye.

Ofîsên Facebookê yên ku hikûmet destûrê dide jî, wê heta dawîya salê dest bi karên xwe bikin.

Kompanîya Alphabetê, ku xwedîya Google e, dîyar kiribû ku xebatkarên wê yên ku çûyîna wan ya ofîsê ne mecbûr e, dikarin heta Hezîrana 2021’an ji malê bixebitin.

Twitterê jî bi heman awayî bo xebatkarên xwe destûra xebata ji malê dabû.

XS
SM
MD
LG