Karbidestên ewlekarî yên Amerîka ketine fikaran ku morale piştgirên rêxistina tundrê, Dewleta Îslamî (DAIŞ) bi gefên onlaynî yên dijî Ewrupa û bi êrîşa kujer ya li konserteke li Rûsya zêde bûye.
Karbidestên ewlekarî yên Amerîkî dibêjin ku ew ji mêjve di nava fikarê de ne ku kes û komên biçûk ku ji kiryarên DAUŞê îlham digirin, dikanin planên terorîstî li Amerîka pêk bînin.
Dîrektorê Buroya Vekolînê ya Federalî (FBI) Christopher Wray roja Pêncşemê got ku dibe ku fikar kûrtir bin.
Wray ser gumana êrîşeke DAIŞ-X, ku baskê rêxistinê yê li Afganistanê ye, hişyarî da.
“Me çend hefteyên berê li saloneke konserê ya Rûsya êrîşeke DAIŞ-X ya dît ku li welêt jî roj bi roj gumana ser çêbûna êrîşeke wisa kordînekirî fikaran kûrtir dike.’’
Medyayên peywendîyên wan bi DAIŞ’ê re hene çend rojên berê dijî stadyumên Madrîd, Londra û Parîsê, ku wê jibo maçên Lîga Şampîyonan mazuvanîyê bikin, banga êrîşan kir û polîsên Ewrupî tedbîrên ewlekarîyê berfireh kirin.
Hişyarîya FBI nîşan dide ku nêrînên Amerîka yên derbarê DAIŞ û DAIŞ-X guherîne.
Piştî êrîşa li Rûsya, ku DAIŞ’ê berpirsîya kuştina 145 kesên li salona konserê girtibû ser xwe, Wezareta Navxweyî ya Amerîka gotibû ku di destê wan de ti îstixbareta saxlem tune ye ku nîşan dide ew rêxistin dikare êrîşan li Amerîka li dar xîne.
Gelek karbidestên leşkerî û îstixbaratî gotin ku ti nîşana ku raber dike DAIŞ yan komên bi wê re peywendîdar dikarin bigihijin Amerîka tuneye.
Dîrektora Navenda Têkoşîna Dijî Terorê yê Neteweyî Christine Abizaid di rojên borî de dîyar kiribû DAIŞ jibo bigihije kapasîteyeke mezin ya bala Amerîka bikişîne xebatên berfireh dimeşîne.
General Michael ‘’Erik’’ Kurilla, ku jibo hêzên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn û Asyaya Başûr fermandarîyê dike, meha borî di rûniştineke Civata Senatoran de ser gefên DAIŞ-X hişyarî dabû.
Kurillah dîyar kiribû ku îrade û kanîna DAIŞ-X heye ku êrîşan bibe ser berjewendîyên li derve yên Amerîka û dewletên Rojavayî.
Wezareta Navxweyî ya Amerîka bang li Amerîkîyan dike ku baldar bin.
Wezaretê bang li Amerîkîyan dike ser kiryarên gumanbar demûdest hêzên ewlekarîyê agahdar bikin.
Jêder: VOA