Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FBI Firandina Dronan di Nav Stadyumên Cama Cîhanê de Qedexe Dike

Bîroya Vekolînên Federal (FBI) hişyarî da bikarhênerên dronan ku nabe ew li nav û derdora stadyumên futlbolê, festîvalên alîgiran û cihên peywendî bi maçan heye di dema Cama Cîhanê de bifirînin.

FBI ragihand ku binpêkirina vê biryarê dê bibe sûceke federal.

Cama Cîhanê 11'ê Hezîranê li Amerîka, Keneda û Meksîkê destpê dike û heta 19'ê Tîrmehê didome.

Karbidestên Amerîkayê dibêjin ku hikûmet ji bo parastina lîstikvan, temaşevan, binesazîya krîtîk û rêyên esmanî sînorkirinên firînê yên demkî li dora cihên qehremanîya cîhanî ferz dike.

Li gor hişdarîya FBI, binpêkirina van sînorkirinan dikare bibe sedema cezayên heta 100 hezar dolarî, heta salek cezayê girtîgehê, û desteserkirina dronê.

FBI gotîye ku ew bi Rêveberîya Esmanî ya Federal re dixebite da ku firînên bêdestûr destnîşan bike, bişopîne û li dijî wan derkeve. Wî herwiha diyar kir ku tîmên taybet ên dijî dronan dê li hin cihan werin bicihkirin.

FBI dibêje ku ew dikare bi amûrên dijî dronan, dronên neqanûnî ji esman kontrol bike an jî pûç bike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG