Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FBI Dibêje, Wê Êrîşên Plankirî li ser Helkefta UFC li Koşka Spî Pûç Kirin

Bîroya Vekolînên Federal (FBI) îro Sêşemê ragihand ku wê êrîşên plankirî ji bo armanckirina helkefa UFC ya ku Yekşemê li Koşka Sipî hate kirin, pûç kiribûn.

Rêveberê FBI Kash Patel li ser platforma X'ê got çend kesên girêdana wan bi planên êrîşan re heyî hatine girtin.

Patel da zanîn ku desthilatdarên peywendîdar di 10'ê Hezîranê de agahdarî metirsîyeke egerî bûn, anku çar rojan berî ku lîstika hunerên şer a zoranbazîyê li baxçeyê Koşka Sipî pêk were.

Patel herwiha diyar kir ku kesên girêdayî vê planê ji devera Washingtonê ne. Wî got ku êrîşên plankirî bi operasyonekê li çend wîlayetan hate rawestandin.

Rêvebirê Polîsê Taybet (Secret Service) Sean Curran di daxuyanîyeke cuda de got ku ajansa wî bê rawestan dixebite da ku kesên li hember van planan berpirs bin, destnîşan bike.

FBI got ku ewê hûrgilîyên zêdetir werin belavkirin dema ku tawanbarî bi awayekî fermî îro Sêşemê werin eşkerekirin.

Karbidestekî payebilind di hevpeyvînekê de ligel kanala NBC ew plana êrîşan wekî "gelekî cidî" binav kir.

Lîstika UFC Freedom 250 li Koşka Sipî beşek bû ji çalakîyên pîrozkirina salvegera 250'emîn ya serxwebûna Amerîkayê ku dikeve 4'ê Tîrmehê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG