Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîrektorê FBI: Di Lêpirsîna Maîlên Clinton de Guherin Tuneye


Dîrektorê FBI James Comey ji Kongresê re got ku pêdaçûna nû yên derbarê e-maîlên nû yên Hillary Clinton delîlên kiryarên tawanî dernexistine.

"Li gor pêdaçûna me, me biryara xwe ya havînê ya derheqa Secretary Clinton neguhert," Comey do Yekşemê xiya kir.

Comey di dawîya lêpirsîna meha Tîrmehê de ragihandibû ku tevî ku Clinton bê baldarî sîstemeke taybet ya e-maîlan kar anîne jî, bingeha dozeke krîmînal ki dijî wê tuneye.

Kêşeya e-maîlan ya Clinton, hefteya borî careke din hatibû rojevê, piştî ku maîlên wî di lêpirsêîneke din de xuya bûbûn.

Kempeyna Clinton daxuyanîya Comey bi erênî pêşwazî kir, lê ya Trump da zanîn ku Clitnin kesa herî nedirust e ku bibe seroka Amerîkî.

XS
SM
MD
LG